Kurdiska Röda Halvmånens verksamhet berättelse- år 2010
 
Kurdiska röda halvmånen grundades den 24 augusti år 1993 i Sverige. Kurdiska röda halvmånen (KRH) är den första kurdiska hjälporganisationen som hjälper föräldralösa barn och fattiga människor i alla fyra delar i Kurdistan. När den kurdiska röda halvmånen grundades bedrev den turkiska staten ett hänsynslöst krig mot det kurdiska folket i Kurdistan.  Det smutsiga kriget som den turkiska staten bedrev skördare många liv, lämnade många skadade bakom sig och förorsakade stora skadegörelser i Kurdistan. Än idag fortsätter kriget i Kurdistan med samma resultat. Det smutsiga kriget som den turkiska staten bedriver använder sig utav alla medel, den har lämnat efter sig ett stort ärr. Situationen i Kurdistan kräver insatser från hjälporganisationer för att behandla dessa människor, tillförse de med det mest nödvändiga. Med den anledningen grundades den kurdiska röda halvmånen för 18 år sedan av en grupp kurder som är krigsoffer i Kurdistan. Sedan denna verksamhet grundats har man arbetat effektivt för att hjälpa och stötta fattiga människor i Kurdistan med olika projekt. Kurdiska röda halvmånen arbetar med sina egna stadgar och egna principer. Kurdiska röda halvmånen har jobbat med två grundläggande uppgifter hittills: Det första berör insamling av gåvor från folket och kurdiska röda halvmånens egna medlemmar. Den andra viktiga uppgiften är att arbeta med olika projekt.
 
Nedanstående punkter är vårt projekt:
 
1.       Projekt för stöd av föräldralösa och nödlidande barn i Kurdistan.
2.       Projekt för medicinskt stöd till folket som lever under svåra förhållanden i flyktingläger i Kurdistan.
3.       Projekt för stöd till interfamiljer och interner i Kurdistan och Turkiet som orättvist berövats sin frihet.
4.       Projekt som hjälper människor som har hamnat i nödsituationer t.ex. jordbävning, översvämning, trakasserier eller tortyr av staten osv.
 
Kurdiska röda halvmånens verksamheter år 2010:
 
1.       Hälsokommittén har varannan månad skickat hjälp vid behov till flyktinglägret i Mahmur.
2.       Varje månad skickas det 500 kr till per barnfamiljer och föräldralösbarn, 20 familjer i norra Kurdistan. Det förekommer att den turkiska staten inte tillåter hjälpen komma fram till människorna.
3.       Till föräldralösa och krigsoffer i södra Kurdistan sänds varje månad 500 kr. per familjer till 10 familjer.
4.       Till 10 familjer bosatta i sydvästra Kurdistan sänds varje månad 500 kr. per familjer.
5.       Frihetsmammor har varje månad fått stöd.
6.       Vi har hjälpt till krigsskadade organisationer som heter ”Azadi”.
7.       Vi har hjälp familjer till fångar som har fängslats av den turkiska staten.
8.       Ordföranden för mänskliga rättighetsföreningen i östra Kurdistan avrättades av den Iranska regimen. Vi har skickat hjälp till hans familj.
9.       Vi har arbetat och fortsätter att arbeta med hälsor frågor än idag. Vi har sammanlagt skickat 500 kg medicin till områden som är i behov medicinsk hjälp.
10.     Förberedelser för behoven för krigsoffer i Jordanien och dessa arbeten fortsätter.
11.     Förberedelser för behoven av frigivna fångar i Turkiet fortsätter.
12.     Under ramadan månad skickades 30 000 kr till fattiga familjer i Kurdistan.
13.     45 000 kr skickades till behövande människor och flyktingar under eid-el firt.
14.     År 2010 skickades en grupp läkare till södra Kurdistan samt läkemedel och nödvändiga instrument för att hjälpa människor som är i behov av läkarvård och medicin.
Det kurdiska folket och organisationer som samarbetar med kurdiska röda halvmånen uppskattar och stödjer det arbete som kurdiska röda halvmånen bedrev under år 2010 Därför behöver vi mer stöd och mer hjälp. Vi måste ändra vår inställning och övervinna varje svårighet till varje pris. Vi måste ställa upp och poängtera att: andra människor frivilligt delta i vårt projekt och hjälper oss. Vi är mycket tacksamma för den hjälp vi får från folket och andra organisationer. Vi förstår att det finns många svårigheter, men vi tror att vi kan klara av det. Det som är viktigt för oss är att organisera och planera vårt arbete ännu noggrannare. Dem personer som arbetar för kurdiska röda halvmånen bör inte glömma att de som de åstadkommer är väldigt viktigt för det fattiga och behövande folket i Kurdistan. Kurdiska röda halvmånen vill gärna berätta om sina viktiga arbeten under 2010, samt om sina projekt som de arbetar med för fullt till sina stödmedlemmar, vänner och andra likande organisationer. Vi vill lova vårt folk att vi skall fortsätta med våra arbeten och förbättra vårt projekt, samt skicka hjälp till behövande folk i Kurdistan.
 
Kurdiska röda halvmånen (KRH) tackar sina projektarbetare, stödmedlemmar och systerorganisationer; KRH i Frankrike, Tyskland, Schweiz, Nederländerna, Storbritannien, Belgien, Österrike, Danmark och organisationen AGAPA i Sverige, samt organisationen CIBO i Nederländerna. Tack ska Ni alla ha för ert stöd och bistånd. Vi tackar därmed krigsoffer i Kurdistan som jobbar med oss och även visar sin solidaritet med oss.
 
Den Kurdiska Röda Halvmånen, 2010 Sverige

—————————————————————-
 
 SALA 2010 DE XEBATA KU HEYVA SOR A KURDISTANÊ PÊK ANÎYE
 
Heyva Sor a Kurdistanê di 24.8.1993 de li Swêd hate damezrandin. Heyva Sor a Kurdistanê yekane saziya alîkarîye ji bo gelê Kurdistanê ye. Heyva sor a Kurdistanê alîkarîya zarokên bê dê û bav û kesên xizan dike. Dema ku Heyva Sor a Kurdistanê hate damezrandin dewleta Tirkîya li Kurdistanê şerekî qirêj didan meşandin. Ev şerê qirêj li dû xwe gelek wendayî, kuştî û texrîbatên mezin hiştin. Ev şerê ku bi salan berdewame, îro jî bandorên xwe bi dijwarî didomînin. Ev şerê qirêj û dijî mirovahî, di jiyana gelê me de, şop û birînên giran li pey xwe hiştin. Ji ber vê pêwîstî bi dermankirina lezgîn ya van birînan hebû. Lewra beriya 18 salan, saziya Heyva Sor a Kurdistanê ji aliyê mexdûrên şer ve hat sazkirin. Ji roja ku hatiye damezrandin saziya me li gorî hêz û derfetên xwe, her tim hewl daye ku alîkariyê bide gelê mey yên xizan. Heyva Sor a Kurdistanê li gorî prensîbên rêziknameya xwe xabat a xwe dide meşandin. Heyva Sor a kurdistanê heta nuha xebata xwe li ser du qadên bingehîn meşand û dimeşîne. Ya yekemîn qada xabatê ji nav gelde komkirina alîkarî yê. Xabatên di vê qadê de bêhtir bi rêya meqbûz, qumbere, alîkariyên ku ji aliyê endaman ve pêk tên. Qada duyemîn jî xabatên ku bi projeyan tên meşandin.
 
Xabatên ku di çerçoveya projeyan de tê meşandin :
 
1.        Piroja alîkarîyê ji bo zarokên bê dê û bav û kesên xizan ê Kurdistanê.
2.        Projeya pêvistîya pêdiviyên tenduristiyê, yê gelê me yê ku li kampên penaberan de di bin şert û mercên giran de dijîn.
3.        Projeya alîkarîya serlêdanên takekesîyan ( alîkarî şandin ji bo kesên di girtîgehê de nexweş û nikarin tedawî bibin, her wiha alîkarî şandin ji bo kesên ku li gelek welatan de bi neheqî hatine girtin, cezakirin û malbatên van re. Her  wiha ji bo însanên me yê ku ji hêla tendurîstiyê ve pisgirêkên wan hene alîkarî ji bo wan tê dayîn)
4.        Projeya alîkariya lezgînî ya rewşên awarte. (Erdhej, lehî, êrîsên girêdayî dewlet an dewletan û neheqiyan)
 
Heyva Sor a Kurdistanê xebata ku  2010 de daye meşandin :

1- Ji du mihan carekê ji bo Komîteya Tendirûstiyê ya kampa Mexmûrê bi rêk û pêk alîkariya pêdiwiyên tibî didome.
2- Di çerçoveya projeya zarokan ê Bakûrê Kurdistkanê, ji bo 20 malbatan re mehane ji bo her malbatekî re 500 kr. alîkarî tê kirin. Lê belê di meşandina vê projeyê de ji ber astengiyên dewleta Tirk car caran pirsgirêk rû didin.
3- Ji bo mexdûrên şer û zarokên sêwî yên Başur û Rojhilatê Kurdistanê her meh bi rêk û pêk ji bo 10 malbatan re mehane ji bo her malbatekî 500 kr. alîkarî tê kirin.
4- Ji bo mexdûrên şer û zarokên sêwî yên Rojavayê Kurdistanê re (Sûriyeyê) ji bo 10 malbatan re mehane ji bo her malbatekî 500 kr. tê şandin.
5- Mehane bi rêk û pêk pêdiwiyên Dayikên Aştiyê tên pêşwazî kirin.
6- Ji bo saziya Azadî, ya  ku li Ewropayê hatiye sazkirin, alîkariyên mirovahî û aborî tê kirin.
7- Ji bo malbatên mexdûrên şer ên di girtîgehên Tirkiyê de ne, li gor derfetan pêwistiyên wan hatin pêşwazî kirin.
8- Ji bo malbata Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ê ku li Îranê de hatîye qetilkirin alîkarî hate şandin.
9- Xabatên me ên di çerçoveya projeya tenduristiyê de berdewam dikin. Heta nuha bi giştî 500 kg. derman û amûrên tenduristiyê ji bo gundên Başûrê Kurdistanê re hatîye şandin û xabatên me yên di vê çerçoveyê de berdewamin
10- Alîkariya ji bo du kesên Kurd ên mexdûrê şerin ku li Urdunê dimînin berdewam dike.
11- Hin pêwistiyên mexdûrên şer ên ji girtîgehên Tirkiyê derketine, hatin pêşwazî kirin.
12- Di Cejna Ramazanê de 30 000 kr. ku wek fitre û zikat hatibû berhev kirin, li Kurdistanê ji bo kesên pêwistiya wan heye hate belav kirin.
13- 45 000 kr. alîkariya ku bi munasebeta Cejna Qurbanê hatibû berhev kirin li penaberên kurd û kesên muxtac re hate belav kirin.
14- Di nav salê de ji bo Başurê Kurdistanê heyetên doktoran hatin şandin. Gelek derman û amûrên tenduristiyê bi rêya van heyetan re hate şandin.
 
Xabata alîkarî yê ku Heyva Sor a Kurdistanê di 2010 de daye meşandin, ji aliyê gelê me û dostê me ve hate destek kirin û ev destek berdewam dike. Feqet ev yek ji bo pêşwazîkirina pisgirêkên gelê me têrê nakin. Hîn zêdetir alîkarî û hewldan pêwist in. Di vê wateyê de şert û merc çi dibin bila bibin, em li kû derê dibin bila bibin, divê hemû hêz û hûnerê xwe em bikin yek û hewl bidin êşên mirovên me yên hewcedarî alîkariyêne hinekî jî be kêm bikin. Em dixwazin destnîşan bikin ku ji bo her mirovên dildar ên dixwazin ku beşdarê vê xebata bi rûmet bibe, em amadene bi wan re bixebitin. Dîsa em destnîşan dikin ku her alîkarî û desteka ku werê dayin ji bo me watedar û pîroz e. Roj roja ji bo dirêjkirina destê alîkariya mirovên me yên xizane. Her çiqas zehmetiyên xwe jî hebin, hêza me ya derbaskirina vê yekê heye. Tenê eger em bikaribin hêza xwe bi zanistî rêxistin û seferber bikin. Tenê karên ku em dikin, biçûk nebînin. Alîkarî şandin ji bo gelê me wezîfeya me ye. Rêvebirîya Heyva Sor a Kurdistanê li ser xwe ferz dî ku xebate ku 2010 de daye meşandin ji we endam, mêvan û dostên giranbiha re pêşkêş bike. Bêgûman di vê pêvajoyê de di asta rêveberî û xabatên qadan de kêmasiyên me çêbûne. Em hewl didin ku bibin layîkê gelê xwe.
 
Heyva sor a Kurdistanê ji bo kedkarên HSK’ê yên di vê pêvajoyê de em bi tenê nehiştin, ji bo endamên me, dostên me, ji bo gelê me, disa ji bo rêveber û xabatkarên saziyên hevkar ên Heyva Sor a Kurdistanê ên Fransa, Almanya, Swîsre, Hollanda, Îngîlîstan û Belçîkayê, Roja Sor a Kurdistanê ya Avusturya yê, Saziya Mezopotomya Sor a Danîmarka yê, Ji bo saziya AGAPE ya Swêdê, saziya bi navê CIBO ya Hollandayê, ji bo hêz û destekdayina wan a xabatên me yên alîkariyê, disa ji bo hemû gaziyên şer û welatparêzên me ên di avabûna vê saziyê de cîh girtin spasiyên xwe, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.
 
Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurdistanê
2010, SWED